Friday, February 7, 2014

Captain Phillips

Captain Phillips
Puan: 7.6


  Derhênerê berê me wî ji rêzefîlma Bourne nasdikir Paul Greengrass îsal fîlmekî serfiraz kişandiye. Captain Phillîps li ser revandina keştiyek amerîkayê a kargoyê ji aliyê korsanên Somalî ye. Fîlm dîsa bi awayekî bûye klîşe tê têgihandin. Ez mîjara fîlm têgihînim hûnê hîna xweş fêhm bikin. Bûyer wisa diqewime: Kaptanekî keştîya kargoye wezîfedar dibe ji bo xwarinan bive Afrika'yê. Lê di rê de korsanên Somali'yê tên û kaptan û muretebata wî esîr digrin. Lê kaptan û Amerîka bi hişê xweyî herî bilind korsanan têk dibin. Ma kî dikare li hemberî Amerîka'yê derkeve kî!! 


  Di film de carina jî rexnekirina feqîrbûna dewletên Afrîka'yê tê kirin lê ev rexnekirin hew bi peyvekê tê kirin, li ser vê qet nasekinin. Ev jî rê me dide ku derhêner dixwaze ji aliyê siyasi an jî mirovatî tu rexneyan nestîne û ku dema bistîne bibêje vay min li vê derê ev kiriye, hûn nikarin ji min re bêjin te li ser feqîrbûna Afrîka'yê tu fikir nedaye. Her çiqasî ji aliyê bilindkirina Amerika'yê me aciz kiribe heta di fîlm de çîqas carî me ala Amerîka'yê dîtibe jî em nikarin bêjin derhêneriya wî nebaş e. Kişandina filman li ser behrê pir zehmet e tew di 'fîlîka'yekê de pir û pir zehmet e lê Greengrass li ser vê bi awayekî serkeftî radibe û di fîlm de qet me pê naye hesandin. Ronî pir baş bikaranîye, di sehneyên tarî de em qet nerihet nabin.

  Ez dixwazim bitaybeti ji bo Tom Hanks çend tiştan bibêjim ji ber ku di vî fîlmî de leystikvanîyek gelekî serfiraz pêşkeşkiriye. Tom Hanks çîqasî di fîlmên Amerîka'yê bilind dikin de dileyze jî ji aliyê leystikvanîyê yek ji leystikvanên herî baş e. Ez bawer dikim dê hertim jî wîsa be. 

  Divê ku ez qala Barkhad Abdi'yê di rola kaptanê korsanan de dileyze jî bikim. Ligel ev tecrûbeya wî a pêşîn e, wî pir baş leystiye, heta di beşa 'leystikvanê alikar ê herî baş' de bûye berendamê oscarê. Li hemberî wî berendamên gelek jêhatî hene lê dîsa jî ew dikare oscarê bistîne.

   Fîlm îsal di şeş beşên oscarê de bûye berendam. Di nav van de 'fîlmê herî baş' û 'senaryoya herî baş a veguhestî' jî hene. Lê ez bawer nakim tu oscarî bistîne.

Derhênerî : 7.5
Leystikvanî : 8.2
Senaryo : 7.3
Muzîk : 8.0
Sînematografî : 7.6

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Wednesday, February 5, 2014

Encama Anketê

  Anketa 'Bi we kîjan fîlmê Christopher Nolan ê herî baş e?' bi dawî bû. The Prestige bi %60 bi ser ket. 

Encam:
Gişî bixwîne »»

Blue Jasmine

Blue Jusmine 
Puan: 7.6

 Yek ji fîlmên min îsal pir meraq dikir jî Blue Jasmine bû û di dawiyê de min temaşekir. Woody Allen dîsa fîlmek bi stîla xwe kişandiye. Ku zatî ez qet jî şaş nemam. Dema ez fîlmên Woody Allen ên din difikirim ev fîlm ji min re pir xweş nayê. Wer xuyadike Woody Allen êdî fîlmek wek Annie Hall nakişîne. Liger van hemû tiştan dîsa jî Blue Jasmine fîlmek serfiraz e.

  Fîlm du qetên ji jiyana Jasmine(Cate Blanchett) bi hev re têdigihîne. Bûyerên di van qetan de pêk tê paralelî hev diherin. Aksîyona jiyana Jasmine di van qetan de bi awayekî biserfiraz bi hev re radibe û dadikeve. Ev jî ferqa Woody Allen be gerek. Jasmîne jinek gelek xweşik e û bi xapandinan mêran bi dû xwe ve dixe. Di qeta ewil de bi mêrekî (Alec Baldwin) re dizewice û dawiyê dilê vî mêrî dikeve jinek ciwan û wê berdide. Jasmine pistî vê bûyerê dihere cem xwişka xwe (Sally Hawkins), li cem wê dimîne û di partîyekê de zilamekî dibîne û disa bi derewan nava xwe û vî zilamî xweş dike. Xwe şaş naskirin dide. Piştî demekê zilam dixwazê bi wê re bizewice û dest bi amadekariya zewacê dikin. Lê beri zewacê ew bi mêrê xwişka Jasmine ê kevn re rast tên û zilamê ku wê bi Jasmine re bizewice derewên Jasmine fêhm dike û bûyerên din pêk tên. çi dibe çi nabe..... 

  Fîlm îsal di sê beşên oscarê de bûye serendam. Van beşan bi Cate Blanchett 'serleyzvana herî baş', bi Sally Hawkins 'leyzvana alîkar a herî baş' û bi Woody Allen 'senaryoya herî baş' in. Ez bawer nakim îsal tu oscarî bistîne lewra serendamên din di van beşan de ji Blue Jasmine çêtirin. 

Derhênerî: 8.0
Senaryo: 8.0
Sînematografî: 7.5
Leystikvanî: 7.8
Muzîk: 7.5

Not: Welle min vê rexneya nikaribû bi tirkî jî xweş binivîsanda, îdare bikin.


Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»