Monday, May 19, 2014

Stranên Welatê Dayika Min

Stranên Welatê Dayika Min
Puan : 7.8

 Ji bo neteweyeke bindest a ku ji bo asîmîlasyona wê çi polîtîka an jî tevgerên qîrêj ji destê serdestê wê tê, wê dike, çi divê? Divê wê hay ji ew polîtîkayên ku li dijî wê hatine meşandin û ew tevger-komkujî-zordariyên ku li hember wê hatine pêk anîn, hebe. Ev ê çawa çê bibe? Bi çend awayan dikare, mesela bi çapemeniyê, bi hunerê û hwd. dikare bê bîranîn û di hişê neteweyê de bê hîştin. Bahman Ghobadi ku hunermendekî kurd ê pir hêja ye, ew awaya ku bi hunerê pêk tê hilbijartiye. Bi sînemayê bi awayekî balkêş li ser wan bûyeran sekinîye û ew kirine di hişê temaşevanan de ku nema jê bên derxistin. Fîlma 'Stranên Welatê Dayika Min' jî li ser bûyerên ku ji aliyê dewleta Iraq'ê ango Sedam Husêyn, li ser kurdên başûr, hatine pê, fîlmek pir xweş û balkêş e. Di destpêka fîlmê de temaşevanan dikenîne û her ku fîlm ber bi qedandinê dihere temaşevanan bi girî dike. Lê ev girî ne ew giriya ye ku mirov ji ber ku mirovekî belengaz dibîne, dike.. Ev girî ji bo bêhişiya welatekî û neheqiyên ku ji ber vê bêhişiyê li ser wê tên pê, tê kirin. Ji bo çi bêhişî? Ji ber ku ji nêviyê me kurdan zêdetir nizane bê ka di dîrokê de çi hatiye serê me û aniha çi tê serê me. Welhasilî Kelam, Bahman Ghobadi dixwaze bi van fîlman hişê me bîne serê me..
  Mijara fîlmê bi kurtasî wisa ye: Mêrikekî pîr bangekê ji hezkiriya xwe ya kevn distîne û bi du kurên xwe dikeve rê.. Di rê de kometek bûyer tên serê wan, ji ber ku dema şer e, li rastî kometek bandorên şer tên û hwd....
  Fîlm ji aliyê teknîk ne pir serkeftî ye lê ji ber ku di îmkanên nebaş de hatiye kişandin, divê em nerin li ser vê mijarê. Dîsa jî digel bêîmkaniyê sehneyên derve xweş kişandiye. 
  Wekî di her fîlmên Bahman Ghobadî de, di vê fîlmê de jî bi ekserî lîstikvanên amator lîstine. Jixwe bi vî awayî temaşevan zêdetir li ser mijar û bûyeran difikire û wan bêtir rast dibîne.
  Di dawiyê de ez dixwazim tiştekî bêjim: Lanet li wan kesên ku binnivîsê amade kirine, bê!! Nêviyê axaftinan wernegerandine.

Derhênerî: 7.9
Senaryo: 7.8
Lîstikvanî: 7.9
Muzîk: 7.7
Sînematografî: 7.5

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tên weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Saturday, May 10, 2014

Zıkkımın Kökü

Zıkkımın Kökü
Puan: 7.6

Belê, hezkirin çi ye? Ev tevger li hemberî çi tê kirin? Dibe ku hezkirina tevgerekê an jî armancekê, ji hezkirina jinekê bêtir be? Ev fîlma Memduh Ün bigelemperî li ser van pirsan hûr dibe û dixwaze bersivekê bide wan. Fîlm di sala 1949an de li Edena'yê dibihure, li ser jiyana zarokekî û dûvre jî ciwaniya vî zarokî ye. Lehengê me yek ji du zarokên malbateke xizan e ku di mercên nexweş de jiyana xwe didomîne. Digel ewqas tiştî lehengê me qet dev ji armanca xwe bernade û ev îradeya wî ya mezin wî bi jiyînê ve girêdide. Navê lehengê me Muzo(Muzaffer İzgü) ye. Ji biçûkaniya xwe ve ji xwendinê pir hezdike, di her karî de jêhatiye. Ji ber ku malbata wî xizan e, alîkariyê bi malbata xwe re dike û 'darı'(garisê kelandî) difiroşe... Ji jinekê hezdike lê ji ber ku dihere dibistanê naxwaze bi wê re bizewice û ji ber hindê rojekê hezkiriya wî bi zilamekî re dizewice. Yanî ji xwendinê bêtir hezkiriye û ji bo wê karibûye dev ji hezkiriya xwe berde. Îradeyek mezin!! ...hwd...
  Fîlm ji romana Muzaffer İzgü ya ku bi heman navî ye, hatiye veguhestin. Muzaffer İzgü di romana xwe de jiyana xwe vegotiye. Jixwe di fîlmê de jî navê karakterê sereke Muzo yanî Muzaffer e..
  Muzîkên fîlmê andeqê bala temaşevanan dikşîne. Ji aliyê muzîkjenê kêrhatî Cahit Berkay, hatine çêkirin. Her çiqasî Cahit Berkay di kesayetiyê de di bin erdê de be jî di aliyê hunerê de gelekî kêrhatî ye û kes nikare dijtiştekî bêje..
  Dixwazim li ser lîstikvaniyan jî çend tiştan bêjim: Muzoyê zarok, Muzoyê ciwan û Bavê Muzo(Menderes Samancılar) pir baş dilîzin. Digel temenê lîstikvanê ku zarokatiya Muzo dilîze kêm e jî lîstikveniyek zehf baş pêşkeşî me kiriye..
  Fîlm di kometek mihrîcanan de xelat standine. Li Japonya'yê li Ewropa'yê û li gelek cihên din.. 

Derhênerî: 7.6
Senaryo: 7.5
Muzîk: 7.8
Sînematografî: 7.6
Lîstikvanî: 7.8

Nîşe: Gotarên min êdî di vê malperê de jî tên weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Tuesday, May 6, 2014

Enemy

Enemy
Puan: 7.4

 Ev ji kengî de bû min fîlmeke ku dikute mejiyê mirov temaşe nekiribû. Piştî min ev fîlma temaşe kir ez têgihiştim vê encamê: Divê mirov carinan li fîlmên wisa temaşe bike kî benê di nava xwe û sînemayê de tundtir bike û bixwaze zêdetir li fîlman temaşe bike. Ger mirov liqayî fîlmeke ku zêde jê nayê fêhm kirin, bê, wê here li ser fîlmê hinek lêkolîn bike û bi vî hawî wê xweberê têkeve nav sînemayê.. Min ji tecrubeyê xwe û nêrînên derdora xwe vê yekê fêhm kir. Ka çiqasî rast e ez wê nizanim lê divê rast be.. 
  Fîlm ji temaşevanan re weke kêliyekê tê. Yanê mirov fêhm nake bê çawa fîlm dest pê dike û çawa diqede. Ji ber ku di her kêlîkê fîlmê de rageşî heye temaşevan dikeve nava mijarê û bi karakterên fîlmê re li ser pirsgirêkan difikire, dixwaze çareseriyekê bibîne. Yanê wel hasil-î kelam fîlm xweş e û pêşniyarî her kesî dikim..
  Ewil mijara vebêjim. Bi kurtasi wisa ye: 'mamosteyekî dîrokê yê zaningehê rojekê li fîlmekê temaşe dike û di fîlmê de mêrikekî dişibe xwe dibîne û li ser vî mêrikî hinek lêkolîn dike. Dûvre navnîşana mêrik dibîne û bi mêrik re dikeve têkiliyê. Piştî ku dibîne her tiştê wî û yê mêrik eynî ye, dikeve fikirînek kûr.. piştî vê bûyer mûyer her tişt diqewimin..'
  Êdî ez werim li ser tişta ku di fîlmê de tê qal kirin an jî fîlm çi ji me re vedibêje an jî di fîlmê de çi dibe.. Dema min fîlmê qedand ez li ser du îxtîmalan sekinîm. Ya yekê: 'lehengê me li rastî kesayetiya xwe ya din  tê û bi wê re têdikoşe..' Ya duda jî ev e ku di fîlmê de hêzên nesirûştî wî mêrikî tînin li hemberî lehengê me û dixwazin çend peyaman ji wî re bêje'. Em nikarin bêjin bê ka kîjan îxtîmal ya misoger e lewra di fîlmê de zêde tişt tune ne ku mirov mijarê fêhm bike.. Lê tabî ixtîmala ewil bêtir bimantiq e. Ezê jî li ser wê herim. (Hişyarî: Piştî vir, heya cihekî spoiler e) Di serê fîlmê de em hêwanek mezin û tarî dibînin. Di vê hêwanê de jinek diwelide û piştî vê jinek din tê û pêlî pîrêyekê dike. Di dawiya fîlmê de jî ew jina bi himil dibe pirêyek mezin. Em ji vê yekê dikarin vê encamê derxin: 'ev jina bihimil ji aliyê jineke din tê eciqîn û di dawiyê de jî pir mezin dibe ku ji aliyê tu jinên din neyê eciqîn. Îcar em werin li ser bûyerên di fîlmê de: di fîlmê lehengê me yê rasteqîn(yanê kesayeta wî ya baş) bi jinekê re derdikeve û kesayeta duyemîn jî bi vê jina bihimil re zewiciye. Yanê lehengê me jina xwe dixapîne û bi jinek din re derdikeve... Di ew sehneya ku kesayetê ewil û jina bihimil bi hev re radikeve jinik ji wî re dibêje "dibistan çawa derbas bû?" Ji vê pirsê jî em dikarin fêhm bikin ku herdu mêrik heman kes in.(dawiya hişyariyê)'
  Bi kurtasî sehneya kilît ew sehneya di serê fîlm de ye ku di hêwanek tarî de dibihure.
  Performansa Jake Gyllenhaal dîsa pir başbû. Du kesayetên cuda xweş lîstibû. Ez ji vira silavekê ji wî re dişînim :)

-- Fîlm di sala 2013an de hatiye kişandin.
-- Derhênerê wê Denis Villeneuve e.

Derhênerî: 7.6
Senaryo: 7.5
Lîstikvanî: 8.0
Sînematografî: 7.8
Muzîk: 7.3

Nîşe: Edî nivîsên min di vê malperê de jî tên weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Saturday, May 3, 2014

The 400 Blows

Les Quatre Cents Coups
Puan : 8.3

   Ger birastî jî Truffaut jiyanek wisa bihurandibe divê em li ber wî kab û çogên xwe berdin erdê û rêzek mezin bidinê. Li gor hin rexnegiran Truffaut di vê fîlmê de biçûkatiya xwe vegotiye. Vegotinek pir cuda û serfiraz bi kar aniye ku mijarê hêdî hêdî vedibêje û di dawiya fîlmê de em dikarin hemû sedemên tevgerên lehengê fîlmê têbigihên. 
   Di biçûkaniya her mirovî de elbet bûyerek nexweş û mirov aciz dike diqewime. Ev ne ji wan tiştan e ku mere dikare xwe jê dûr bixe. Jixwe divê mirov liqayî bûyerên dijwar bê kî di pêşerojê de karibe jiyana xwe bi rê ve bibe. Di vê fîlmê de jî li ser hin bûyeran çend tiştan ji me re dibêje lê ev bûyer ne ji ew bûyeran e ku min li jor qalê kiribû. Tiştên nexweş têne serê lehengê me û wî hemdî xwe ji jiyîne aciz dike. Truffout xwestiye ku li ser ev sîstema ku zordariyê li mirov dike û wan di bin aciziyek mezin de dihêle, rexneyan bike. Li ser pergala perwerdehiyê, malbatê hetta seranser li ser pergala jiyanê çend rexneyên di cih de kiriye. Bi awayekî sade û nerasterast kiriye ev rexneyên xwe û têgihiştina wê jî ji me re hîştiye. Yên ne ker bin dê fêhm bikin bê ka fîlm qala çi dike, qala çi nake! 
   Mijar bi kurtasî wisa ye: 'Antoine* zarokeke 14-15 salî yê ku rojekê ji ber ku sparteka ku mamosteyê wî weke cezayekê dayê, çênake, naçe dibistanê û bi hevalekî xwe re di nav bajêr de digerin. Di vê gerînê de li papûrekê diya xwe ya ku mêrikekî biyanî radimûse, dibîne ... Rojek din jî nare dibistanê û vêca ji mamoste re dibêje diya min miribû ji ber wê ez nehatim. Piştî vê ji malê direve û bûyer diqewime û hey diqewime..'
   Muzîkên fîlmê jî pir serkeftî ne. Di fîlmê de muzîk zêde nehatiye bi kar anîn lê di cihên guncaw de bi muzikên tam li gor rewşê temaşevanan bi fîlmê girêdide. 
  Truffaut hin sehne pir dirêj kişandine û hin temaşevan xwe ji ber van sehneyan aciz dikin. Ez dixwazim ji wan heval û hogiran re bêjim Hevalno dostno û jinên êş kişandî, Truffaut qey belasebep ew sehne dirêj kirinê? Na, tabîî kî!! Ji ber ku diviya ew sehne bihatan dirêjkirin Truffaut ewqas dirêj kiriye. Jixwe bi dirêjkirinê ew sehne xweştir bûne û tam li gor rewşa wê kêliyê ye!!
 Di herî dawiyê de ez dixwazim tiştekî li ser bikaranîna kamerayê ya Truffaut bêjim. Kamera gelekî xweş hatiye bi kar anîn di cihê divê bi tevger be de tevgerandiye di cihê ku divê sabît be de sabît hîştiye. Dema mere ew fîlmên ku hema ji bo kişandina fîlmekê hatine kişandin dinêre, mere qîmeta van fîlmên serfiraz bêtir fêhm dike.
  
--Fîlm di sala 1959an de hatiye kişandin û di sala 1960an de di beşa senaryoyê de bûye berendamê oskarê lê nestandiye. 
--Dema François Truffaut vê fîlmê kişandiye 27 salî bûye.

Derhênerî: 8.5
Senaryo: 8.3
Sînematografî: 8.2
Muzîk: 8.0
Lîstikvanî: 8.3

Nîşe: Edî nivîsên min di vê malperê de jî tên weşandin: Tirsik.net
Gişî bixwîne »»