Sunday, October 26, 2014

Tout Va Bien

Tout Va Bien (Her Tişt Li Rê ye)
Puan : 7.0

(Yek ji fîlmên ku ji bo 1. Mîhrîcana Fîlman a ÎZM'ê hatine hilbijartin)

  Tout Va Bien yek ji wan fîlmanan e ku di hindurê fîlmê de em fîlmeke din temaşe dikin. Fîlm bi kişandina fîlmekê dest pê dike û di berdewama fîlmê de em ew fîlma ku di serî de tê kişandin temaşe dikin. Her çi qas di fîlmê de car caran li ser fîlma ku tê kişandin tê axaftin jî, mirov nikare xwe ji bandora wê xelas bike. Welhasil: Ax Godard Ax !

  Li gor fîlmên Godard ên ku min berê temaşe kirine, ez dikarim bibêjim ev fîlm fîlmeke normal e. Yanî lê nê temaşekirin jî dibe.. Bi kurguya xwe, bi senaryoya xwe û bi berdewamiya xwe mirov aciz dike. Ger we xewa xwe baş nesitandibin li vê fîlmê temaşe nekin lewra teqez hûnê bi xew re herin..

  Mijara fîlmê li ser derhênerekî ye ku dixwaze fîlmeke polîtik bikişîne. Di serê fîlmê de hêmanên ku ji bo fîlmekê divê, tê gotin û hêdî hêdî tên peyda kirin. Piştî peydakirinê fîlma ku wê bê kişandin dest pê dike. Mijara fîlmê çaremîn sala piştî gulana 1968'an e yanî sal 1972 ye. Çalakiyên şoreşgerî hêdî hêdî ber bi qedandinê dihere û greveke devjikarberdanê tê lidarxistin û hwd..

  Jane Fonda û Jves Montand, serlîstikvanên fîlma ku di Tout Va Bien de tê kişandin.. Wan jî weke fîlmê performanseke baş pêşkêşî me nekiriye. Qey xwestine ku ahengê xera nekin..

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tên weşandin: Tirşik.net

Derhênerî: 7.0
Senaryo: 6.8
Lîstikvanî: 7.2
Muzîk: -
Sînematografî: 7.3

No comments:

Post a Comment