Monday, January 27, 2014

Dallas Buyers Club

Dallas Buyers Club
Puan: 8.3

  Ron Woodroof (Matthew McConaughed) karebavanek e û di heman demê de rodeoyek jî ye. Pir cixare vedixwe, tiryak dişixulîne û pir 'seks' dike. Rojekê dikeve xwarê û çavên xwe di nexweşxaneyê de vedike. Bijîşk jê re dibêje vîrusa HIV derbasî wî buye û ewê di hundirê 30 rojî de bimire. Ron ewil dibêje qey vîrusa HIV hew derbasî mirovên homoseksuel dibe lê piştî lêgerînan hîn dibe ku ev ne rast e. Di doma film de em têkoşîna Ron a li hemberî pîyasaya derman dibînin.

  Derhêner Jean-Marc Vallee bala me dikişîne li ser homoseksûelîyê. Di serê fîlm de Ron ji homoseksûelan nefret dike lê piştî tekilîya wî bi wan re çêdibe fikrên wî diguhere heta hevalê/havala wî ê/a herî baş dibe homoseksûelek.

  Navgînên kapîtalîzmê yek jî şîrketên derman in. Ku şirketek ji dermanekî dê hîn pir kar bike, ew derman sebeba mirina gelek mirovan be jî dê şîrket ew dermanî bifiroşe. Ji ber di vê demê de 'daîreyên tenduristiyê' ên dewletan hene ev şîrketin bi van daîreyan re li hev tên û dermanên xwe dikin legal. Navê daîreya derman a Amerîka'yê jî FDA (U S Food and Drugs Adminstration) ye. Fîlm bala me dikişîne li ser vê mijarê jî. Şirketek derman AZT dermanekî çêdike, dermana wan di serî de ji nexweşan re baş tê lê piştî demekî nexweşan dikuje. Dermanên ji vî dermanî çêtir hene lê FDA dêvla pesend bide van dermanan, pesend dide AZT. Mijara fîlm dixwaze ji me re bitêgihîne ev e; Li gor kapîtalîzmê tu hêjayiya mirovan tune ye, ji bo kuruşek kar dikare hezar mirovan bive mirinê.

  Dallas Buyers Club, beşên 'fîlmê herî baş' û 'senaryoya herî baş' jî tê de di şeş beşên oscarê de bûye berendam. Hêviya min ev e ku ewê herî kêm oskarekê bisitîne.

Derhênerî: 8.5
Leystikvanî: 8.2
Senaryo: 8.3
Muzik: 7.8
Sînematografî: 8.5

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net

No comments:

Post a Comment