Lost in Translation
Puan: 8.0
Lost in Translation filmek Soffia Coppala ye ku bûyerên cuda yên curbecur yên ku di jîyana me ya yeknesakî de biqewimin, rê me dide.. Divê çirûskek biteqe da ku mere ji ew tariya ku jiyana me ber xwe ve biriye xilas bibin. Lê ev çirûsk dê çirûskek çawa be ew ne diyar e. Carinan bûyerek pir hêsan e, carinan bûyerek pir û pir dijwar e, carinan jî hêmaneke ku tu eleqeya wê bi jiyana mere nîne ye. û carinan jî dibe ku jineke ku mere li cihekî biyanî rastî hev hatibin be. Di vê fîlme de jî bûyerek wisa diqewime û lehengê me yê ku ji jiyanê hemdî xwe aciz bûye, ketiye nav robara kul û derdan ya ku tê de şaxeke ku mere karibe xwe pê bigire û xwe ji kul û derdên xwe xilas bike, jî tune ye, bi demeke kurt be jî xwe jê xilas dike. Em di fîlmê de qetek ji jiyana legengê me yê ku ji bo kişandina reklamekê dihere Tokyo'ya Japonya'yê dibînin. Ya rastî ev ne bes qeteke kurt e, ev hêmanek zehf girîng ya jiyana mere ye ku di her qadên jiyana mere, mere her tim beraliyekê dibe. Di heman demê de hilketinek û ketinek e jî. Kêfxweşiya mêrikekî ku ji jiyanê sar bûye ya di çend rojan de hilketinek; di dawiya wan rojên ku bi kêfxweşiyê derbasbûne de qedîna kêfxweşiyê jî ketin e. Welhasilî kelam ev fîlm li ser derûniya mêrikekî ye ku şekepeqe bûye..
Derhêner Sofia Coppola vegotinek sade ji yeka pirole çêtir dîtiye. Ku mere baş bi mijara fîlmê têbigihên, mereyê jî fêhm bikin bê ka Sofia çima vegotinek wisa bijartiye. Carinan vegotina derûna mirovekî/ê pir zor û zehmet e lê carinan jî mere dikare bi hêsanî wê vebêjin, weke Sofia Coppola. Li gor min jî vegotinek wisa hêsan çêtir bû ye. Jixwe ku hûn li postera fîlmê binêrin hûnê bibînin ku mêrik di çi halî de ye û vegotina karekterê wî elbet dê bi vegotinek hêsan çêtir be.
Senaryoya fîlmê jî Sofia Coppola nivîsandiye. Pirî cih daye detayên bêpêwîst lê dîsa jî bi mere zêde nayê xuya kirin. Xêndî vê ger em li gelemperiya senaryoyê binihêrin, em dikarin bêjin senaryoyek baş e. Di fîlmê de du lîstikvanên pir navdar dilîzin. Yek Bil Murray'ê ku ez pir jê hezdikim. Ya din jî Scarlett Johannson'a spehî ye. Scarlet'ê lîstikvaniyek mere mest dike pêşkeşî me nekiriye lê Bil Murray bi lîstikvaniya xwe mere heyranî xwe dihêle..
Derhênerî: 8.2
Senaryo: 7.8
Listikvanî: 8.4
Sînematografî: 7.9
Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
No comments:
Post a Comment