Sunday, January 26, 2014

Rush

Rush
Puan: 8.0

  Ron Howard, derhênerê Apollo 13, The Da Vinci Code, Angels and Demons û fîlmê wî oscara 'derhênerê herî baş' stendiye A Beautiful Mind. Dema ez van fîlman dinerim tu hêviyên min ji wî çênabe lê ji ber fîlmê Rush ji aniha pêv hêviyên min dê ji Ron Howard çêbibe. Fîlmekî gelek serfiraz kişandiye.  

  Fîlm li ser hîkayeyek rast e. Du ajokerên Formula 1 ên çend salin hember in, di hemû pêzbaziyan de du rêzên ewil parve dikin, geh James Hunt (Chris Hemsworth) pêşwaziyê distîne geh jî Niki Lauda (Daniel Brühl). Ev hemberiya hêdî hêdî werdigere rûmetê û dibe hevaltiyek kûr. Di fîlm de em dîsa pêşwaziyekê dibînin. Pêşwaziya Formula 1 a di sala 1976an de. Dîsa her du ajoker jî di vê pêzbaziyê de pêzbazî dikin lê vê carê bûyerên pir cuda pêk tên...

  Fîlm di heman demê de wateya jiyanê jî pirsyarî dike. Li ser van pirsan disekine: "Divê ku em jiyana xwe bi gor armanca xwe bidomînin?", "Ku armanca me, me bive mirinê em gerek dev ji wê berdin?" û "Di jiyanê de cihê kêfê û dîsîplînê çi ye?". Em dikarin jiyana ajokeran binerin û bersivên van pirsan bide lê ev bersivin dê cuda bin.

  Me Cris Hemsworth cara ewil ji Thor naskir lê ji wî fîlmî heya vî fîlmî tu carî me heyranî xwe nehişt. Ez dibêm ne jî bedewbûna wî ba, kesî wî di fîlmên xwe de nedileyistand.

  Ron Howard kamera pir baş bi kar hanîye. Bi taybetî sehneyên bi baran pir xweş kişandiye. Bi tenê ji bo van sehneyan me re dikarin ev fîlmî temaşe bikin.

Derhênerî: 8.4
Leystikvanî: 7.6
Senaryo: 8.2
Sînematografî: 8.5
Muzik: 7.5

Nîşe: Dibe xetayên min hebe. Ku hebe ev ji ber ez nuh dest bi nivsandina nivîsên bi kurdî dikim e.


Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net

No comments:

Post a Comment