Saturday, January 25, 2014

Komela Hozanên Mirî

Komela Hozanên Mirî (Dead Poets Society)
Puan: 8.3

 "Carpe diem. Rojê derdest bikin, hevalno. Jiyanên xwe bikin derî adet."

  Dibistaneke ku çar hêmanên wê yên bingehîn; gerdîş, dîsiplîn, rûmet û mukemelî ye. Xwendekarên ku elimînin bindestîyê û li gorî vê yekê jiyanên xwe didomînin.. Mamosteyekî wêjeyê ku ji vê dibistanê mezûn bûye û jê hez nedikir lê dîsa jî dixwaze li vê derê mamostetî bike..
  Komela Hozanên Mirî, komeleya ku di dema mamosteyê me de di vê dibistanê de bû hatiye avakirin. Di vê komeleyê de Hozanên Mirî (endamên komeleyê) dicivin û helbestan ji hev re dixwînin. Di sehneyekê de şagirtên mamosteyê me salnameya mamoste dibînin û di nav taybetmendiyan de 'dead poet' (hozanê mirî) dibînin û ji mamoste re vê têgînê dipirsin. Mamoste ji wan re qala Komela Hozanên Mirî dike û şagirt biryara dîsa avakirina vê komelê didin.
  Bi gelemperî di jiyanê de bindestî wekî şertekî tê dîtin, ji aliyê rêveberiyan ve. Di vî fîlmî de jî em vê yekê dibînin. Kes nikarin xwe bixwe bifikirin û kes nikarin li hemberî rêveberiya dibistanê derkevin. Mamosteyê me dixwaze vê rewşê biguherîne û xwendekaran bike mirovên ku azad difikirin û li gor daxwazên xwe dijên. ji ber hindê bi awayekî cuda dersan dide geh pelên pirtûkên dersan dide çirandin geh jî li derve dersan dide. Em dikarin bêjin ku di tevgera wî ya çirandina rûpelan de mamoste dixwaze bibêje: di rûpelan de tiştên ku rêveberî dixwazin têxin mejiyê we hene lê ez naxwazim ew agahiyên ku weke derzîyên mejiyê ne hînî we bikim. Ez dixwazim rastiyê hînî we bikim. 
  Ev fîlm di sala 1989an de ji aliyê Peter Weir ve hatiye kişandin. Derhêneriya Weir di vî filmî de xwe bi awayekî pir baş dide xuya kirin û me heyranî xwe dihêle. Lîstikvanê ku rola mamoste dilîze Robin Williams e û lîstikvanîyeke gelekî baş pêşkeşî me dike. Williams bi taybetî xwestiye ku vê rolê bilîze. Lewra di dema xwendekarîya wî de, wî dixwest ku bibe mamosteyekî wisa.

Derhênerî: 8.4
Leystikvanî: 8.4
Senaryo: 8.4
Muzîk: 7.9
Sînematografî: 8.4

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net

No comments:

Post a Comment