Saturday, April 26, 2014

Rear Window


Rear Window
Puan: 8.5


Rear Window bi îmkanên pir kêm fîlmek pir kêrhatî çêkirin e. Belê Rear Window ne tenê fîlmek e di heman demê de tevgereke bizehmet e jî. Alfred Hitchcock bixwe rewşa kêmîmkaniyê pêk anîtiye û fîlmek wek cewhereke nedîtî kişandiye. Îcar hûnê bêjin qey Hitchcock dîn bû ku ew îmkanan bikar neanîtine. Belê Hitchcock dînekî beradayî bû lê çi dîn!! Dinekî ku dikare bes ji odeyekê fîlmek du saet bikişîne û mirov di bin bandorek mezin de bihêle. Hitchcock, yek ji derhênerên herî serkeftî û navdar, di sala 1954an de du fîlmên serfiraz dikişîne û ya din jî Dial M for Murder e. Mirov şaş û metal dimîne dema ku vê yekê dibihîze, dibêje ev çi behre ye, çi evînek mezin e. Lê piştî demekê mirov nema bi xwe re dibîne ku heyirî bimîne ji ber ku hejmara fîlmên wî yên serkeftî ewqas pir in kî. 

Di fîlma Rear Window'ê em dikarin çend xalên girîng yên ku hertim em di jiyana xwe liqayî wan tên bibînin. Yek ji wan şika jiyanek bikêfxweşî ye. Di fîlmê de dilên lehengê me û modavanek spehî dikevin hev lê jiyana van herduyan gelek ji hev cuda ne. Legengê me jiyanek pir hêsan dibihurîne lê hezkiriya wî elimiye jiyanek ku di nav xweşî û dewlenmendiyê de ye. Lê em nikarin bibêjin hertişt negengaz in.. Ya duduyan meraqa mirov ya li ser şêniya derdora xwe ye. Hitchcock di fîlmê de xwestiye ku li ser vê çend peyaman bide me lê li gor min ev peyam riya xwe şaşkirine û ji armanca xwe dûrketine lew re dema em li fîlmê û bûyerên ku diqewimin dinêrin, em rasterast dibînin ku Hitchcock ji me re dibêje meraq bikin! Meraq bikin bê ka li odeya li hemberî balkona we çi dibe, tew nebû rahêlin dûrbînekê û lê binêrin. Ev heqê we ye! Tabîî ev ne heqê me ye, ez jî dizanim û herkes jî dizane..

Ku em li nivîsên min yên li jor binêrin hema hema em dikarin fêhm bikin bê ka mijara fîlmê çiye. Lê dîsa jî ezê mijarê di carekê de binivîsim da ku tam bê fêhm kirin.Bi kurtasi mijar wisa ye: Jeff (James Steward) wênekêşek e ku di wênegirtinekê de qezayek kiriye di vê qezayê de hestiyên piyekî wî şikestine û hewce bûye ku şeş hefteyan ji malê dernekeve. Jeff ji acizî hertim li ber paceya xwe ya ku bitaybetî li Amerika'yê heye û jê re tê gotin "Rear Window" yanê "Paceya Dawiyê", rûdinê û li cîranên xwe temaşe dike û di roja destpêka hefteya şeşemîn de liqayî bûyerek balkêş tê. Lisa Carol Fremont jî hezkiriya Jeff e ku hertim tê hinda wî. Herdu hezkirî li dû wê bûyera balkêş dikevin û ...

Hitchcock vê bûyerê bi terza xwe ya navdar vedibêje, bi muzîkên serfiraz temaşevanan radigeşîne. Fîlmê di odeyekê tenê dikişîne lê kamerayê pir baş bi kar tîne, sekansên gelek xweş dikişîne. Ligel ewqas hêsan dixuye jî fîlmeke ku mere bi kursiya mere dizeliqîne û heya dawiya fîlmê fersendê nade ku mere xwe ji cihê xwe bileqîne, derketiye holê. Di dawiyê de em dikarin bêjin fîlmeke Rageşî û Romantîk e. Lê rageşiya wê hîna pir xwe derdixe pêş ve..

Derhênerî: 8.6
Senaryo: 8.5
Lîstikvanî: 8.4
Muzîk: 8.2
Sînematografî: 8.6

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net

Gişî bixwîne »»

Sunday, March 2, 2014

Rawêjên Ji Bo Oscara 2014an

fîlma herî baş : dallas buyers club

derhênerê/a herî baş : alfonso cuarón - gravity

lîstikvanê herî baş : matthew mcconaughey - dallas buyer club

lîstikvana herî baş : cate blanchett - blue jasmine

lîstikvanê alikar ê herî baş : michael fassbender - 12 years a slave

lîstikvana alîkar a herî baş : sally hawkins - blue jasmine

anîmasyona herî baş : kaze tachinu - hayao miyazaki

senaryoya herî baş a orjînal :her - spike jonze

senaryoya herî baş a veguhestî : 12 years a slave - john ridley
Gişî bixwîne »»

Friday, February 7, 2014

Captain Phillips

Captain Phillips
Puan: 7.6


  Derhênerê berê me wî ji rêzefîlma Bourne nasdikir Paul Greengrass îsal fîlmekî serfiraz kişandiye. Captain Phillîps li ser revandina keştiyek amerîkayê a kargoyê ji aliyê korsanên Somalî ye. Fîlm dîsa bi awayekî bûye klîşe tê têgihandin. Ez mîjara fîlm têgihînim hûnê hîna xweş fêhm bikin. Bûyer wisa diqewime: Kaptanekî keştîya kargoye wezîfedar dibe ji bo xwarinan bive Afrika'yê. Lê di rê de korsanên Somali'yê tên û kaptan û muretebata wî esîr digrin. Lê kaptan û Amerîka bi hişê xweyî herî bilind korsanan têk dibin. Ma kî dikare li hemberî Amerîka'yê derkeve kî!! 


  Di film de carina jî rexnekirina feqîrbûna dewletên Afrîka'yê tê kirin lê ev rexnekirin hew bi peyvekê tê kirin, li ser vê qet nasekinin. Ev jî rê me dide ku derhêner dixwaze ji aliyê siyasi an jî mirovatî tu rexneyan nestîne û ku dema bistîne bibêje vay min li vê derê ev kiriye, hûn nikarin ji min re bêjin te li ser feqîrbûna Afrîka'yê tu fikir nedaye. Her çiqasî ji aliyê bilindkirina Amerika'yê me aciz kiribe heta di fîlm de çîqas carî me ala Amerîka'yê dîtibe jî em nikarin bêjin derhêneriya wî nebaş e. Kişandina filman li ser behrê pir zehmet e tew di 'fîlîka'yekê de pir û pir zehmet e lê Greengrass li ser vê bi awayekî serkeftî radibe û di fîlm de qet me pê naye hesandin. Ronî pir baş bikaranîye, di sehneyên tarî de em qet nerihet nabin.

  Ez dixwazim bitaybeti ji bo Tom Hanks çend tiştan bibêjim ji ber ku di vî fîlmî de leystikvanîyek gelekî serfiraz pêşkeşkiriye. Tom Hanks çîqasî di fîlmên Amerîka'yê bilind dikin de dileyze jî ji aliyê leystikvanîyê yek ji leystikvanên herî baş e. Ez bawer dikim dê hertim jî wîsa be. 

  Divê ku ez qala Barkhad Abdi'yê di rola kaptanê korsanan de dileyze jî bikim. Ligel ev tecrûbeya wî a pêşîn e, wî pir baş leystiye, heta di beşa 'leystikvanê alikar ê herî baş' de bûye berendamê oscarê. Li hemberî wî berendamên gelek jêhatî hene lê dîsa jî ew dikare oscarê bistîne.

   Fîlm îsal di şeş beşên oscarê de bûye berendam. Di nav van de 'fîlmê herî baş' û 'senaryoya herî baş a veguhestî' jî hene. Lê ez bawer nakim tu oscarî bistîne.

Derhênerî : 7.5
Leystikvanî : 8.2
Senaryo : 7.3
Muzîk : 8.0
Sînematografî : 7.6

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Wednesday, February 5, 2014

Encama Anketê

  Anketa 'Bi we kîjan fîlmê Christopher Nolan ê herî baş e?' bi dawî bû. The Prestige bi %60 bi ser ket. 

Encam:
Gişî bixwîne »»

Blue Jasmine

Blue Jusmine 
Puan: 7.6

 Yek ji fîlmên min îsal pir meraq dikir jî Blue Jasmine bû û di dawiyê de min temaşekir. Woody Allen dîsa fîlmek bi stîla xwe kişandiye. Ku zatî ez qet jî şaş nemam. Dema ez fîlmên Woody Allen ên din difikirim ev fîlm ji min re pir xweş nayê. Wer xuyadike Woody Allen êdî fîlmek wek Annie Hall nakişîne. Liger van hemû tiştan dîsa jî Blue Jasmine fîlmek serfiraz e.

  Fîlm du qetên ji jiyana Jasmine(Cate Blanchett) bi hev re têdigihîne. Bûyerên di van qetan de pêk tê paralelî hev diherin. Aksîyona jiyana Jasmine di van qetan de bi awayekî biserfiraz bi hev re radibe û dadikeve. Ev jî ferqa Woody Allen be gerek. Jasmîne jinek gelek xweşik e û bi xapandinan mêran bi dû xwe ve dixe. Di qeta ewil de bi mêrekî (Alec Baldwin) re dizewice û dawiyê dilê vî mêrî dikeve jinek ciwan û wê berdide. Jasmine pistî vê bûyerê dihere cem xwişka xwe (Sally Hawkins), li cem wê dimîne û di partîyekê de zilamekî dibîne û disa bi derewan nava xwe û vî zilamî xweş dike. Xwe şaş naskirin dide. Piştî demekê zilam dixwazê bi wê re bizewice û dest bi amadekariya zewacê dikin. Lê beri zewacê ew bi mêrê xwişka Jasmine ê kevn re rast tên û zilamê ku wê bi Jasmine re bizewice derewên Jasmine fêhm dike û bûyerên din pêk tên. çi dibe çi nabe..... 

  Fîlm îsal di sê beşên oscarê de bûye serendam. Van beşan bi Cate Blanchett 'serleyzvana herî baş', bi Sally Hawkins 'leyzvana alîkar a herî baş' û bi Woody Allen 'senaryoya herî baş' in. Ez bawer nakim îsal tu oscarî bistîne lewra serendamên din di van beşan de ji Blue Jasmine çêtirin. 

Derhênerî: 8.0
Senaryo: 8.0
Sînematografî: 7.5
Leystikvanî: 7.8
Muzîk: 7.5

Not: Welle min vê rexneya nikaribû bi tirkî jî xweş binivîsanda, îdare bikin.


Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Tuesday, January 28, 2014

Encama Anketê

  Anketa 'Bi we kîjan derhênerê jêr ê herî baş e?' bi dawî bû. Akira Kurosawa bi %33 bi ser ket.

Encam:
Gişî bixwîne »»

Monday, January 27, 2014

Dallas Buyers Club

Dallas Buyers Club
Puan: 8.3

  Ron Woodroof (Matthew McConaughed) karebavanek e û di heman demê de rodeoyek jî ye. Pir cixare vedixwe, tiryak dişixulîne û pir 'seks' dike. Rojekê dikeve xwarê û çavên xwe di nexweşxaneyê de vedike. Bijîşk jê re dibêje vîrusa HIV derbasî wî buye û ewê di hundirê 30 rojî de bimire. Ron ewil dibêje qey vîrusa HIV hew derbasî mirovên homoseksuel dibe lê piştî lêgerînan hîn dibe ku ev ne rast e. Di doma film de em têkoşîna Ron a li hemberî pîyasaya derman dibînin.

  Derhêner Jean-Marc Vallee bala me dikişîne li ser homoseksûelîyê. Di serê fîlm de Ron ji homoseksûelan nefret dike lê piştî tekilîya wî bi wan re çêdibe fikrên wî diguhere heta hevalê/havala wî ê/a herî baş dibe homoseksûelek.

  Navgînên kapîtalîzmê yek jî şîrketên derman in. Ku şirketek ji dermanekî dê hîn pir kar bike, ew derman sebeba mirina gelek mirovan be jî dê şîrket ew dermanî bifiroşe. Ji ber di vê demê de 'daîreyên tenduristiyê' ên dewletan hene ev şîrketin bi van daîreyan re li hev tên û dermanên xwe dikin legal. Navê daîreya derman a Amerîka'yê jî FDA (U S Food and Drugs Adminstration) ye. Fîlm bala me dikişîne li ser vê mijarê jî. Şirketek derman AZT dermanekî çêdike, dermana wan di serî de ji nexweşan re baş tê lê piştî demekî nexweşan dikuje. Dermanên ji vî dermanî çêtir hene lê FDA dêvla pesend bide van dermanan, pesend dide AZT. Mijara fîlm dixwaze ji me re bitêgihîne ev e; Li gor kapîtalîzmê tu hêjayiya mirovan tune ye, ji bo kuruşek kar dikare hezar mirovan bive mirinê.

  Dallas Buyers Club, beşên 'fîlmê herî baş' û 'senaryoya herî baş' jî tê de di şeş beşên oscarê de bûye berendam. Hêviya min ev e ku ewê herî kêm oskarekê bisitîne.

Derhênerî: 8.5
Leystikvanî: 8.2
Senaryo: 8.3
Muzik: 7.8
Sînematografî: 8.5

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Sunday, January 26, 2014

Rush

Rush
Puan: 8.0

  Ron Howard, derhênerê Apollo 13, The Da Vinci Code, Angels and Demons û fîlmê wî oscara 'derhênerê herî baş' stendiye A Beautiful Mind. Dema ez van fîlman dinerim tu hêviyên min ji wî çênabe lê ji ber fîlmê Rush ji aniha pêv hêviyên min dê ji Ron Howard çêbibe. Fîlmekî gelek serfiraz kişandiye.  

  Fîlm li ser hîkayeyek rast e. Du ajokerên Formula 1 ên çend salin hember in, di hemû pêzbaziyan de du rêzên ewil parve dikin, geh James Hunt (Chris Hemsworth) pêşwaziyê distîne geh jî Niki Lauda (Daniel Brühl). Ev hemberiya hêdî hêdî werdigere rûmetê û dibe hevaltiyek kûr. Di fîlm de em dîsa pêşwaziyekê dibînin. Pêşwaziya Formula 1 a di sala 1976an de. Dîsa her du ajoker jî di vê pêzbaziyê de pêzbazî dikin lê vê carê bûyerên pir cuda pêk tên...

  Fîlm di heman demê de wateya jiyanê jî pirsyarî dike. Li ser van pirsan disekine: "Divê ku em jiyana xwe bi gor armanca xwe bidomînin?", "Ku armanca me, me bive mirinê em gerek dev ji wê berdin?" û "Di jiyanê de cihê kêfê û dîsîplînê çi ye?". Em dikarin jiyana ajokeran binerin û bersivên van pirsan bide lê ev bersivin dê cuda bin.

  Me Cris Hemsworth cara ewil ji Thor naskir lê ji wî fîlmî heya vî fîlmî tu carî me heyranî xwe nehişt. Ez dibêm ne jî bedewbûna wî ba, kesî wî di fîlmên xwe de nedileyistand.

  Ron Howard kamera pir baş bi kar hanîye. Bi taybetî sehneyên bi baran pir xweş kişandiye. Bi tenê ji bo van sehneyan me re dikarin ev fîlmî temaşe bikin.

Derhênerî: 8.4
Leystikvanî: 7.6
Senaryo: 8.2
Sînematografî: 8.5
Muzik: 7.5

Nîşe: Dibe xetayên min hebe. Ku hebe ev ji ber ez nuh dest bi nivsandina nivîsên bi kurdî dikim e.


Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Saturday, January 25, 2014

Komela Hozanên Mirî

Komela Hozanên Mirî (Dead Poets Society)
Puan: 8.3

 "Carpe diem. Rojê derdest bikin, hevalno. Jiyanên xwe bikin derî adet."

  Dibistaneke ku çar hêmanên wê yên bingehîn; gerdîş, dîsiplîn, rûmet û mukemelî ye. Xwendekarên ku elimînin bindestîyê û li gorî vê yekê jiyanên xwe didomînin.. Mamosteyekî wêjeyê ku ji vê dibistanê mezûn bûye û jê hez nedikir lê dîsa jî dixwaze li vê derê mamostetî bike..
  Komela Hozanên Mirî, komeleya ku di dema mamosteyê me de di vê dibistanê de bû hatiye avakirin. Di vê komeleyê de Hozanên Mirî (endamên komeleyê) dicivin û helbestan ji hev re dixwînin. Di sehneyekê de şagirtên mamosteyê me salnameya mamoste dibînin û di nav taybetmendiyan de 'dead poet' (hozanê mirî) dibînin û ji mamoste re vê têgînê dipirsin. Mamoste ji wan re qala Komela Hozanên Mirî dike û şagirt biryara dîsa avakirina vê komelê didin.
  Bi gelemperî di jiyanê de bindestî wekî şertekî tê dîtin, ji aliyê rêveberiyan ve. Di vî fîlmî de jî em vê yekê dibînin. Kes nikarin xwe bixwe bifikirin û kes nikarin li hemberî rêveberiya dibistanê derkevin. Mamosteyê me dixwaze vê rewşê biguherîne û xwendekaran bike mirovên ku azad difikirin û li gor daxwazên xwe dijên. ji ber hindê bi awayekî cuda dersan dide geh pelên pirtûkên dersan dide çirandin geh jî li derve dersan dide. Em dikarin bêjin ku di tevgera wî ya çirandina rûpelan de mamoste dixwaze bibêje: di rûpelan de tiştên ku rêveberî dixwazin têxin mejiyê we hene lê ez naxwazim ew agahiyên ku weke derzîyên mejiyê ne hînî we bikim. Ez dixwazim rastiyê hînî we bikim. 
  Ev fîlm di sala 1989an de ji aliyê Peter Weir ve hatiye kişandin. Derhêneriya Weir di vî filmî de xwe bi awayekî pir baş dide xuya kirin û me heyranî xwe dihêle. Lîstikvanê ku rola mamoste dilîze Robin Williams e û lîstikvanîyeke gelekî baş pêşkeşî me dike. Williams bi taybetî xwestiye ku vê rolê bilîze. Lewra di dema xwendekarîya wî de, wî dixwest ku bibe mamosteyekî wisa.

Derhênerî: 8.4
Leystikvanî: 8.4
Senaryo: 8.4
Muzîk: 7.9
Sînematografî: 8.4

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»

Wednesday, January 22, 2014

Lost in Translation

Lost in Translation
Puan: 8.0

Lost in Translation filmek Soffia Coppala ye ku bûyerên cuda yên curbecur yên ku di jîyana me ya yeknesakî de biqewimin, rê me dide.. Divê çirûskek biteqe da ku mere ji ew tariya ku jiyana me ber xwe ve biriye xilas bibin. Lê ev çirûsk dê çirûskek çawa be ew ne diyar e. Carinan bûyerek pir hêsan e, carinan bûyerek pir û pir dijwar e, carinan jî hêmaneke ku tu eleqeya wê bi jiyana mere nîne ye. û carinan jî dibe ku jineke ku mere li cihekî biyanî rastî hev hatibin be. Di vê fîlme de jî bûyerek wisa diqewime û lehengê me yê ku ji jiyanê hemdî xwe aciz bûye, ketiye nav robara kul û derdan ya ku tê de şaxeke ku mere karibe xwe pê bigire û xwe ji kul û derdên xwe xilas bike, jî tune ye, bi demeke kurt be jî xwe jê xilas dike. Em di fîlmê de qetek ji jiyana legengê me yê ku ji bo kişandina reklamekê dihere Tokyo'ya Japonya'yê dibînin. Ya rastî ev ne bes qeteke kurt e, ev hêmanek zehf girîng ya jiyana mere ye ku di her qadên jiyana mere, mere her tim beraliyekê dibe. Di heman demê de hilketinek û ketinek e jî. Kêfxweşiya mêrikekî ku ji jiyanê sar bûye ya di çend rojan de hilketinek; di dawiya wan rojên ku bi kêfxweşiyê derbasbûne de qedîna kêfxweşiyê jî ketin e. Welhasilî kelam ev fîlm li ser derûniya mêrikekî ye  ku şekepeqe bûye..

Derhêner Sofia Coppola vegotinek sade ji yeka pirole çêtir dîtiye. Ku mere baş bi mijara fîlmê têbigihên, mereyê jî fêhm bikin bê ka Sofia çima vegotinek wisa bijartiye. Carinan vegotina derûna mirovekî/ê pir zor û zehmet e lê carinan jî mere dikare bi hêsanî wê vebêjin, weke Sofia Coppola. Li gor min jî vegotinek wisa hêsan çêtir bû ye. Jixwe ku hûn li postera fîlmê binêrin hûnê bibînin ku mêrik di çi halî de ye û vegotina karekterê wî elbet dê bi vegotinek hêsan çêtir be.

Senaryoya fîlmê jî Sofia Coppola nivîsandiye. Pirî cih daye detayên bêpêwîst lê dîsa jî bi mere zêde nayê xuya kirin. Xêndî vê ger em li gelemperiya senaryoyê binihêrin, em dikarin bêjin senaryoyek baş e. Di fîlmê de du lîstikvanên pir navdar dilîzin. Yek Bil Murray'ê ku ez pir jê hezdikim. Ya din jî Scarlett Johannson'a spehî ye. Scarlet'ê lîstikvaniyek mere mest dike pêşkeşî me nekiriye lê Bil Murray bi lîstikvaniya xwe mere heyranî xwe dihêle..

Derhênerî: 8.2
Senaryo: 7.8
Listikvanî: 8.4
Sînematografî: 7.9

Nîşe: Nivîsên min êdî di vê malperê de jî tê weşandin: Tirşik.net
Gişî bixwîne »»